Di xwepêşandanên li seranserê Selegalê pêk tên de 4 kes mirin

Piştî Myanmarê niha li Senegal aloziyê despê kiriye. Li dijî girtina lîderê partiya mixalîf Ousmane Sonko gel daketin qadan û xwepêşandanan despêkir.

Di xwepêşandanên ku veguherîn pevçûnan de 4 kes mirin.

Wezîrê Karê Hindirîn Felîx Diome derbarê xwepêşandanên tevî paytext Dakar ku li tevahiya welat pêk hatî daxuyanî da.

Xwepêşandanên ku 3 Adarê ji ber girtina Sonko despê kirî li seranserî welat belav bûye.

Xwepêşandanên ku di demeke kin de veguherî pevçûnan, welat veguherandiye qada şer.

Diome diyar kir ku beşek li xwepêşandêran ketine ber talaniyê û hikumet vê yekê bi tundî şermezar dike.

Diome bûyerên ku rûdidin bi terorîzmê binav kir û Sonko bi bangawaziya xurtkirina tundiyê tewambar kir.

Hate ragihandin ku li welat ji bo dawî anîna xwepêşandanan hemû derfetên heyî wê werin bikaranîn.

Bi gotineke din ji ber xwepêşandanan li welat jiyan rawestiyaye.

Back to top button