NY: Artêşa Tirk bi çeteyên xwe re êşkenceyê li şêniyên Efrînê dike

Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî NY li Sûriyê raporek der barê binçavkirin û windakirinan li Efrînê weşand.
NY diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, şêniyên Efrînê êşkence dike û destdirêjî li jinan dikin.

“Artêşa Tirk beşdarî êşkencekirina li Efrînê bû”…

Bi vê rastiya ku ji her kesî re roj bi roj weke rojê ronîtir dibe, NY ev yek di raporeke xwe de bi par ve kir.

“Berpirsên Tirk di dema êşkencekirina girtiyan de, li baregehên çeteyên Sûrî amade bûn”.

Ev şahidiya kesên ku ji pencên çeteyên Tirkiyê rizgar bûne, li pêşiya komîteyên NY bû.

Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî NY li Sûriyê, raporek der barê binçavkirin û windakirinê de weşand û tê de encamên kirinên çeteyên Tirkiyê li Efrînê cih digirin.

NY di rapora xwe de diyar kir ku bi sedan sivîlên li Efrînê ji aliyê çeteyan ve bi armanca standina fîdeyê hatine revandin û windakirin û taybet ev siyaseta sîstematîk li dijî Kurdan pêk tê.

Hema di Sibata borî de, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî revandina 10 jin û zarokên dergûş di nav de, 77 sivîl belge kir.

Di heman demê de, bi taybet Êzidiyên li Efrînê ji aliyê çeteyên bi navê qaşo “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” hatin armanckirin û perestgehên wan hatin rûxandin.

Revandiyên ji destê çeteyan filitîne; dibêjin, ew ji aliyê çeteyan ve, rastî lêdana domdar hatine û jin jî destdirêjî li wan hatiye kirin û bi zorê tên zewicandin.

NY, 2 komên çete” Firqet Siltan Murad û Hemza” yên girêdayî dewleta Tirk bi komên pîstirîn êşkenceyan dikin, bi nav kir.

Gulana par, bi dîmen heman çeteyan 5 jinên Efrînî di girtîgeheke razî de girtibûn.

Back to top button