TEV-DEM: Newroz xwedî dîrokeke tijî berxwedan û lehengî ye

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi boneya Newrozê peyamek weşand û tê de wiha got:
“Em ê Newroza îsal bikin piştevaniyeke xurt ji bo pêngava daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd.
Divê bi rengekî ku layîqî berxwedana mezin a Rêber Apo be, Newroz bê pîrozkirin.”

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM bi boneya Newrozê peyamek weşand.

TEV-DEM’ê di peyama xwe de bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bibin û got:

“Gelên herêma Mezopotamya roja Newrozê wek sembola serkeftina îradeyê pîroz dikin.

Newroz di rastiya xwe de mîrasa berxwedan û hevgirtina gelên têkoşer e. Agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye agirê serkeftin, azadî û dawiya dîktatorî û koledariyê îfade dike. Newroz xwedî dîrokeke tijî berxwedan û lehengî ye.”

TEV-DEM: Rêber Apo cewherê rasteqîn û dîrokî yên Newrozê geş kir

TEV-DEM’ê diyar kir Rêber Apo cewherê rasteqîn û dîrokî yên Newrozê geş kir, rih da nirxên Newrozê, mîras û çanda îradeya azad a civakê û wiha pê de çû:

“Em ê bi vî ruhî Newroza îsal bikin Newroza piştgiriyeke cîhanî ya xurt a bi banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re.

Rêber Apo ji bo gelê me û tevahî gelên azadîxwaz destkeftiyeke dîrokî ye.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya serketina destkeftiyên me yên dîrokî û îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

“Divê bi rengekî ku layîqî berxwedana Rêber Apo be Newroz bê pîrozkirin”

TEV-DEM’ê anî ziman ku di serî d dewleta Tirk a dagirker, dewletên dagirkerên Kurdistanê hewl didin bi hemû rêbazan nirxên Newrozê têk bibin û wiha domand:

“Lê negihîştin armanca xwe.

Di vê Newrozê de em ê asta berxwedan û têkoşînê bilind bikin û bi ruhê Newrozê em ê planên zordestan têk bibin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bi rengekî ku layîqî berxwedana mezin a Rêber Abdullah Ocalan be, beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.

Em bang li her kesî dikin ku şeva Newrozê serdana goristanên şehîdan bikin û mûman pêxin.”

Agirê Newrozê wê li 16 navendan were geşkirin

Back to top button