Rûspî û serokeşîrên Ereb Newroz li gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kirin û gotin: “Divê Newroza îsal bibe bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk û nenavendî”
Bi nêzîkbûna Newroza sala 2024’an Êlên Ereb ên navçeya Girkê Legê bi daxuyniyekê Newroza îsal pîrozkirin.
Di daxuyaniyê de wiha het gotin:
“Di serî de em Newroza îsal li Rêber Apo û tevahî pêkhatiyên herêmê û bi taybet gelên Kurd pîroz dikin.
Em Newroza îsal bikin Newroza bidawîkirina nakokiyan ji bo xelasiya gelên Sûriyê.”
Êlên Ereb destnîşankirin ku gelên herêmê bi dehê salan li berxwedidin û gotin:
“Em agirê Newrozê bikin sembola roja nû ya aştî, ewlekarî û aramiyê ji bo tevahî gelê Sûrî.”