Aloziya di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de

Nakokiyên di navbera Bexdayê û herêma Kurdistanê her diçin zêde û kûr dibin.
Dadgeha Federal ya Iraqê biryar da ku jimara parlamenterên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê daxe 100 parlementerî.
Lewma biryar hate girtin ku ji nû ve hilbijartin werin lidarxistin.
PDK’ê têkildarî vê biryarê helwest nîşan da û got wê berşdarî hilbijartinê nebe.
Amerîkayê jî got ku biryara PDK’ê ya ne di berjewendiya PDK herêm û Iraqê de ye.

Dadgeha Federal ya Iraqê di 21’ê Sibatê de li ser hinek mijarên têkildarî Herêma Başûrê Kurdistanê hin biryar dabûn.

Dadgeha Federal biryar da ku hilbijartinên Herêmê li ser 4 herêman de belav bike û hejmara parlamenterên Parlamentoyê daxist 100 kesan.

Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilbijartineke nû ji bo Başûrê Kurdistanê dabû

Lewma bi vê biryarê re awayî kotayên pêkhateyan hatin hilweşandin.

Her wiha biryar da ku dabînkirina mûçeyê karmendên Herêmê ji aliyê Banka Federal ve bê kirin.

PDK: Em tevlî hilbijartinên parlementoya herêmê nabin

Mekteba Siyasî ya PDK’ê têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Di daxuyaniya Mekteba Siyasî ya PDK’ê de tê gotin:

“Em girêdayî biryarên Dadgeha Federal a Iraqê namînin û beşdarî hilbijartinek ku neyasayî û ne desturî ya bi saya sîstemek hatî ferzkirin wê birêve biçe nabin.”

Li gorî van biryarên hatine girtin, dîroka hilbijartinê weke 30’ê Hezîranê hate diyarkirin.

Amerîka: Boykotkirina hilbijartinê ne di berjewendiyên PDK herêm û Iraqê de ye

Têkildarî boykotkirina PDK’ê ya hilbijartinên Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku boykotkirina hilbijartinên Parlamentoyê, ne di berjewendiyên PDK, gelê Kurdistan û Iraqê de ye.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di daxuyaniyeke çapemeniyê de got:

Em ji biryara PDK’ê ya boykotkirina hilbijartinên parlementoyê bi fikar in.

Her wiha Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand wê hilbijartin di dema xwe de pêk bên.

Hêjayî gotinê ye ku biryar e di 10’ê Hezîrana 2024’an de li Başûrê Kurdistanê hilbijartina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêk were.

Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilbijartinek nû ji bo Başûrê Kurdistanê dabû

Back to top button