Dewleta Tirk a dagirker bi aweyekî sîstematîk zext û êrîşênxwe yên li ser Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê didomîne.
Duh polîsên AKP’ê avîtin ser avahiya HDP’ê a bajarê Êlihê.
Hat diyarkirin ku bi hinceta posterên Rêber Ocalan di hindirê avahiyê de hatiye daliqandin û poster ji derve de jî xûya dike avêtine ser avahiya partiyê.
Di dema lêgerîna li avahiyê de parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tiryakî û Dr. Nejdet Îpekyuz û parêzer jî li avahiyê bûn.
Di dema lêgerînê de polîsan wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hakî Karaer, Sakîne Cansiz û materyalên dîjîtal ên li avahiyê hatin desteserkirin.
Piştî lêgerîn bi dawî bû Hevserokên Bajêr Omer Kûtlû û Fatma Ablay jî hatin binçakirin
Çend roj berê jî li dijî avahiya HDP’ê ya Cizîrê, Enqerê û Wanê êrîş pêk hatibû