WEZÎRÊ FRANSA: EMÊ DI PIŞTEVANIYA QSD’Ê BERDEWAM BIN

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, diyar kir ku ewê piştevaniya xwe bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bidomînin, ji ber ku QSD’ê li dijî DAIŞ’ê şer kir û gelek qurbanî dan.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ragihand ku ew ê li gel QSD’ê bimînin.

Ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê , karekî cidî di şerê li dijî DAIŞê de kirine û gelek qurbanî dane.

Ji ber vê yekê jî, biryara Amerîkî ya hîştina hêzên xwe yên leşkerî rast e.

Lê divê em niha bi Emerîkayê re bibin alîkar ji bo bicihkirina mercên vê biryarê.

Berî niha bi çend rojan Serokomrarê Fransa Emanuel Macron di heman çarçoveyê de spasiya QSD’ê kiribû.

Serokê Amerîka Donald Trump 19’ê Knûnê 2018an biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû.

Lê berî çend rojan jî, Trump eşkere kir got, ewê 400 leşkerên Amerîkî li Sûriyê bihêlin.

Leave a Reply

Back to top button