FIRAS QESAS:KOXEBATA BERLÎNÊ PIR GIRÎN BÛ Û GIHIŞT ARAMANCA XWE

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas tevlî koxebata 3. a MSD li Berlînê bû.
Fîras Qesas diyar kir ku komxebata MSD’ê li Berlînê pêwîst bû da ku tecrubeya Rêveberiya Xweser bidin nasîn.

 

Têkildarî girîngiya komxebatên MSD’ê yên li derveyî welat Fîras Qesas got:

“MSD ne ji valatiyekî van komxebatan li dar dixe, lê belê dixwaze hêzeke demokratîk ku bi pir-rengiya li Sûriyê bawer be, ava bike.

Ev yek jî bi lidarxistina kongreyeke neteweyî ya ji vê hêzê dest pê dike.

Da ku xeta pêşeroja Sûriyê xêz bike û mîsyona dewletê û saziyên wê û hemû xetên qalind diyar bike.

Ev erkeke sereke ye, gaveke bingehîne da ku Meclisa sûriya demokratîk armancên xwe pêk bîne.

Fîras Qesas komxebatên MSD’ê yên li derveyî welat bi gaveke girîng nirxand û wiha bidawî kir:

Çareseriya aloziya Sûriyê bêyî naskirina pirrengiya olî, kêmnetewe û mezheb û nirxên jiyana hevpar ne pêkan e.

Leave a Reply

Back to top button