Îbrahîm Şêxo: Tirkiyê Efrîn kiriye navenda hişbirê

Hiqûqnas û endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn kiriye navenda hişbir û belavkirina nexweşiyan.

“Heta ku şêniyên resen karibin di malên xwe de bimînin, divê pereyan bidin”

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo bi van gotinan rewşa Efrînê pênase dike.

Îbrahîm Şêxo: Li beramberî mayîna li malê xwe 500 hezar dolar didin

Li gorî wî, halê hazir, xelkê Efrînê ji 500-hezar dolarên Amerîkî didin komên çete, heta ku di hindirê malên xwe bimînin.

Şêxo balê dikişîne ser mijarekî xeter ku niha li Efrînê diqewime, ew jî belavbûna madeyên hişbir û nexweşiyan.

Ew eşkere dike ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, wan madeyan difiroşin welatiyan û dihêlin sûcên dûrî aqilê mirovan rû bidin.

Bi gotina wî, bi sedema hişbiriyê destdirêjî li 3 zarokan hat kirin

Îbrahîm Şêxo: 300 kes bi nexweşiya penceşêrê ketine

Li tenişta van bûyeran jî, derdora 200-300 kesî li Efrînê bi nexweşiya Penceşerê ketine û rê nayê dayîn jî li dermankirinê bigerin an jî peyda bikin.

Lewra, gefeke mezin li ser jiyana wan heye û nexweş jî bê çare ne.

Îbrahîm Şêxo: Dewleta Tirk ava Meydankê qut kiriye

Tevî van ewqas binpêkirin û tawanan, dagirkeriya Tirk dest davêje ava Efrînê.

Ibrahîm Şêxo eşkere dike ku berê avê daye axa Tirkiyê û herêmên dagirkirî, vê jî hiştiye ku li heremê rêjeya avê pir kêm bibe.

Lewra, qurta ava vexwarinê jî ji devê şêniyên resen tên dizîn.

Ji sala 2018’an û heta niha, bi sedên sûcan li wir hatine tomarkirin û hîna jî ev senaryo dewam dike.

Back to top button