Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê li ser tecrîdê panelek lidarxist

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê û gundewarê wê têkildarî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi jin, jiyan azadî em dê bi ser kevin û kesek nikare roja me tarî bike” panelek li dar xist.

Panel li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê hate lidarxistin.

Endama Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê Mizgîn Cotkar axivî û got:

“Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî desthilatên heyî ye.

Pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rizgariya tevahiya gelên cîhanê ye û felsefeya wî, ji bo gelên herêmê xilasiya ji şerê diqewime.

Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Sara Îbrahîm perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî komploya navneteweyî xwendin.

Piştre, têkildarî komployê, sedemên wê, têkoşîna ku divê gelên azad bimeşînin bi taybet ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan sînevizyonek hate pêşandan.

Di dawî de jinên ciwan teqez kir ku ewê li dijî tecrdî asta têkoşîna xwe bilind bikin û panel bi vê biryardariyê bidawî bû.

Back to top button