Li Efxanistan 7 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 40’î jî birîndar bûn

Li Rojhilatê Efxanistanê, 7 kes di encama êrîşeke xwekuj de hatin kuştin û nêzî 40’î jî birîndar bûn. 

Li gorî hin berpirsiyarên Efxanî, erebeyeke bombebarkirî li ber baregeheke ewlehiyê li herêma Xezna ya li rojhilatê welêt, hate teqandin.

Di encamê de, 7 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 40’î jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, Tevgera Talîbanê berpirsiyariya vê êrîşê girtiye ser xwe.

Berî 2 rojan jî, 8 leşkerên Efxanistanî di êrîşên Talîbanê de hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn û Pêncşema çûyî, 5 kes di encama teqandina erebeyekê de hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Back to top button