KCK’ê: Li dijî qirkirinê dem dema xurtkirina têkoşînê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir armanca desthilatdariya AKP-MHP’ê qirkirina Kurdan e û destnîşan kir “li dijî qirkirinê roj ew roj e ku têkoşîna hebûna bi nasname, çand û zimanê xwe were xurtkirin û got: “Berxwedan wê teqez bi ser bikeve.” 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê kirin û siyaseta hikumeta faşîst AKP-MHP’ê daxuyanyek nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir ku armanca dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê tepisandina hêzên demokrasiyê û tasfiyekirina wan e û got:

“Armanca wan a sereke jî Kurd e, ku hêza herî dînamîk a Tirkiyê ye.

Ji bo pêşî li berxwedana gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya li dijî darbeyê bigire, rojeveke bi vî rengî ya darbeyê afirandiye.”

KCK’ê destnîşan kir ku “Desthilatdariya AKP-MHP’ê vîrûsa Coronayê jî ji bo mezintkirina polîtîkaya qirkirinê ya li dijî Kurdan bi kar tîne û wiha domand:

“Di dema vîrûsa Coronayê de, karê wan ê destpêkê bicihkirina qeyûman li gelek şaredariyan e. Herî dawî careke din dest danî ser gelek şaredariyan.

Yekane sûcê van şaredariyan ew e ku nasnameya xwe ya Kurd destnîşan kiriye, dest ji nasnameya Kurd bernedaye û bi nasnameya Kurd weke vîna herêmî şaredarî kiriye.”

Di dewama daxuyaniya xwe de KCK’ê anî ziman ku “goristanên gerîla ji ber ku yên Kurdan e, dibin hedefa êrîşên wan got:

“Karakterê vê desthilatdariyê dijminatiya li Kurdan e; armanca wê jî qirkirina Kurdan e. Kurdistanê dike qada belavbûna neteweya Tirk. Kurdê ku li dijî vê helwestê nîşan nede û li ber ranebe hingî serê xwe li ber qirkirinê tewandiye. Yan wê xwedî li Kurdbûna xwe derkeve, yan jî wê li aşê qirkirinê bê hêrandin.”

KCK’ê: Berxwedan teqez wê bi ser bikeve

KCK’ê bi vê bangê daxuyaniya xwe bi dawî kir:

“Li dijî dijminekî bi vî rengî Kurd divê li her deverê bi taybetî jî li Bakur xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Li gundan, li kolanan xwe bi rêxistin bikin, çi pêwîst be, wê bikin. Divê her derê bikin qada têkoşîn û rêxistinbûnê.”

Back to top button