LEYLA GUVEN BÊ RÊBER OCALAN ÇARESERÎ NE PÊKAN E

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan û dagirkirina şaredariyan nirxandin kir.
Guven got:
Bi ferzkirina tecrîdê re kaosek mezin li Tirkiyê rû da ye.
Eger rewş bi vî rengî bidome, mîna ku Birêz Ocalan got, wê hêza darbeyê ji nû ve bikeve dewrê.

 

Pêşenga berxwedana greva birçîbûnê Leyla Guven, tecrîda li Îmraliyê û dagirkirina şaredariyên bajarên mezin Amed, Wan û Stenbolê ji ajansa ANF’ê re nirxand.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi bîr xist ku çalakiya wan di roja 200’î de bi ser ket û deriyên Îmraliyê hatin vekirin û got,

Pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Ocalan bêhn anî ber siyaseta Tirkiyê.

Me di heman demê de digot ku eger Birêz Ocalan biaxive wê rewş bi giştî were guhartin.

Em niha jî xwedî heman nêrînê ne. Em dibînin ku niha kaos heye.

Niha jî nahêlin ku bi rêk û pêk hevdîtin bi Birêz Ocalan re pek werin.

Di heman demê de hin alî dixwazin kaosê biafîrînin.

LEYLA GUVEN: ‘DIVÊ DENGÊ ME HÎN BI XURTÎ BILIND BIBE’

Guven derbarê çalakiyên Nobede Demokrasî ya li dijî dagirkirina Şaredariyan wiha anî ziman:

Di pêvajoyeke wiha de divê dengê me hîn bi xurtî bilind bibe.

Her wiha ji bo em van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin divê em îradeyeke xurt nîşan bidin.

Li gel her tiştî jî divê mirov ji rastiyê re bêjin ‘rast e’.

Şoreşger, demokrat, sosyalîst, parêzvanên mafên mirovan û her kesên dixwazin Tirkiye mezin bibe divê biaxive û dengê xwe bilind bike.

LEYLA GUVEN: HÊZA DARBEYÊ WÊ BIKEVE DEWRÊ

Guven balkişand li ser rewşa giştî ya tirkiyê û wiha domand:

Eger bi vî rengî bidome, mîna ku Birêz Ocalan got wê hêza darbeyê ji nû ve bikeve dewrê.

Wê ti carî nikaribe tevlî Yekîtiya Ewropayê bibe û nikaribe bibe welatekî demokratîk.

Rêya herî girîng a vê yekê jî destûreke nû ya bingehîn e.

LEYLA GUVEN: ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD DI MUTABAQATA DOLMABAHÇEYÊ DE YE

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di dawî de balkişand li ser deklarasyona ji 10 xalan a ku Birêz Ocalan destnîşan kiriye û got:

Li gor vê deklarasyonê wê Kurd bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn.

Ev yek pêkan e, û li gelek deverên dinyayê heye.

Sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûrî hatî avakirin mînaka vê yekê ye.

Hemû bi hev re hewldidin Sûriyeyeke Demokratîk ava bikin.

Leave a Reply

Back to top button