EBID HAMID EL-MIHBAŞ: EM MEKANÎZMAYA EWLEHIYÊ PÊK TÎNIN ALIYÊ TIRK ŞAŞ FÊM DIKE

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku ew di pêkanîna bendên lihevkirina ewlehiya herêma parastina sînor de aliyelî erênînin.
Hamid El-Mihbaş got:
Me bendek ji bendên lihevkirinê binpê nekirine, dibe ku aliyê Tirk makenîzmeya ewlehiyê şaş fêm kiribe.

Ruxmê ku lihevkirinek sêalî ya di navbera QSD’ê, Amerîka û Tirkiyê de pêk hatiye, lê hîn jî rayedarên dewleta tirk ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî gefan dixwin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûrî Ebid Hamid El-Mihbaş der barê makenîzmeya ewlehiyê de axivî.

Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku ev lihevkirin ji bo misogerkirina ewlehiya sînor pêk hat û got:

Niha em di çarçoveya pêvajoya yekemîn a lihevkirinê de ne.

Em bi pêkanîna bendên wê ve girêdayî ne. Girêdayî vê lihevkirinê em gelek nerm bûn.

El-Mihbaş destnîşan kir ku wan bendên lihevkirinê binpê nekirine, lê dewleta Tirk makenîzmeya ewlehiyê şaş fêm dike armanc dike herêmê dagir bike.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûrî Ebid Hamid El-Mihbaş derbarê plana dewleta Tirk ya ji bo bicihkirina penaberên Sûriyê li heremên kurdan wiha anî ziman:

Em naxwazin ev peyman ji bo guhertina demokrafîk pêk were.

Divê her Sûriyek vegere warê xwe û li hember polîtîkayên dewleta Tirk bisekine.

Leave a Reply

Back to top button