Di roja 29. ya çalakiya li deriyê Sêmalka careke din PDK hat şermezarkirin

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalkayê ya ji girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine di roja 29’an de dewam dike.
Îro jî bi dehan endamên Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan konê çalakiyê û bang li PDK’ê kirin ku dev ji xeta xiyanetê berde û cenazeyan bide malbatên wan.

Endamên Federasyona Gaziyan li qada deriyê Sêmalka kom bûn û bi diruşmeyan xiyaneta PDK’ê li dijî gelê Kurd şermezar kirin.

Piştre hevseroka federasyonê Fatima Omer axivî û got:

“Kombûna me li vir ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên me ku heya niha PDK’ê bangên me bê bersiv hiştine.”

Fatima Omer diyar kir ku kiryarên ku PDK’ê dike, dijminê gelê Kurd nake ku ji bo berjewendiyên xwe ên bi dewleta Tirk re dijminahiyê bi Tevgera Rizgariya Kuridstanê re dike.

Fatima Omer da zanîn ku Endamên Gaziyan wê piştgirya xwe ya ji bo radestkirina cenazeyên Gerîla ji malbatên wan re bi domînin.

Back to top button