Di xwedî derketina zimanê kurdî de helwesta dayîkên Kurd ên li Heleb û Efrînê cihê şanaziyê ye.
Dayîkên kurd ku niha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimînin bê ku temenên xwe têxin hincet bi eşqekî mezin fêrî zimanê xwe dibin.
Dewletên dagirker û zordest li her çar parçeyên Kurdistanê hewldana qirkirina zimanê kurdî dikin, da ku gelê Kurd ji nasnameya xwe dûr bikeve û pê re jî ji zimanê dayikê bê par bimîne.
Lê li hemberê vê polîtîkayê dayîka kurd her di nav têkoşînê de bûye û zimanê xwe parastiye, dema derfet dîtiye jî xwe perwerde kiriye.
Mînaka wê jî dayîkên kurd ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ne.
Li komîna şehîd Gulê Selmo ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê jinên temenmezin perwerdeyên bi zimanê kurdî dibin.
Dayîkên ku beşdarî perwerdê bûne bang li ciwanan kirin ku fêrî zimanê xwe bibin, li zimanê xwe xwedî derkevin.