Endamê Polîtburoy Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Nejad Qadir piştarst kir ku ew ê bi piştgiriya gerîla li hemberî dijmin bisekinin.
Nejad Qadir derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji Rojews’ê re axivî û got:
”Her dema ku Tirkiye dişkê, ji bo veşartina şikestina xwe êrişî xaka Başûr dike.
Her dema ku Tirkiyeyê derfetê dibîne, êrişî Kurdistanê dike û hewl dide ku gelê Kurd qir bike.
Lê, gelê Kurd bi riya PKK’ê ji bo azadî û aştiyê ceng hilbijartiye.
Ji ber ku Tirkiye qet itiraf bi Kurd û mafê Kurdan nake.”
Nejad Qadir bal kişande ser bêdengiya hikûmetên Iraq û Başûrê Kurdistanê û ev tişt anî ziman:
“Êdî nema dibe ku desthilata Başûr û Iraq li hember van êrişan bêdeng bimînin.”
Nejad Qadir piştarst kir ku ew ê bi piştgiriya gerîla li hemberî dijmin bisekinin.