Çeteyên “Mertala Firatê” ya girêdayî dagirkeriya Tirk jinek dema di nava zeviyên xwe yên li rojhilatê Babê dixebitî birîndar kir.
Çeteyên “Mertala Firatê” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên li aliyê gundê Olalşî piştî nîvro, jina bi navê Narîman a 26 salî gulebaran kir.
Narîman dema di nava zeviyên xwe de yê li gundê Kawkilê yê gundewarê rojhilatê Babê yê rizgarkirî dixebitî hate gulebaran kirin û birîndar kir.
Gundiyan, Narîman rakirina nexweşxaneya Berkel a bajarê Minbicê.
Li gorî bijîşkan Narîman bi du guleyan di serî û mil de birîndar bûye û rewşa wê baş e.
Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku beriya 3 rojan jinek din jî di lingê wê de hate birîndarkirin.