MED -DER bi boneya rojê şahî lidardixe

Komaleya Lêkolînên Çandê û Ziman a Mezopotamyayê (MED- DER) bi boneya Roja Zimanê Dayikê wê îro li Navçeya Yenîşehîr ya Amedê çalakiyekê li dar bixe, ji bo wê jî banga beşdariya çalakiyê kir

Komaleya Lêkolînên Çandê û Ziman a Mezopotamyayê (MED- DER’ê ji 17’ê sibatê heta 21’ê sibatê weke “Hefteya Zimanê Dayîkê’ ragihandiye her sal di navbera van rojan de ji bo balê bikişîne li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê çalakiyan li dar dixe.

MED -DER îsal jî bi boneya vê rojê wê li heywana Demîrokê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê şahiyek li darbixe.

MED- DER’ê li ser hesabê xwe yê tiwîtterê got

“Em ê bi sedema 21’ê Sibatê “Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê” bi dirûşmeya; “Zimanê Min Nasnameya Di Devê Min De Ye” şahiyekê li dar bixin. Di serî de dayîk û bav, saziyên sivîl û demokratîk, gelê me yê dildar û dilsozê Zimanê Kurdî ji heft, heta heftê salî vexwendiyê şahiya me ye.”

21ê Sibatê ji aliyê UNESCO’yê ve di 17 Mijdara 1999’an de li cihanê weke Roja Zimanê Dayikê hate qebulkirin.

Back to top button