Şehîd Gulê Selmo li Helebê bi merasîmekê hat bibîranîn

Duh salvegera 11’an a şahadeta Gulê Selmo bû. Bi wê bûneyê Tabûra Şehîd Gulê Selmo merasîm leşkerî li dar xist.

Merasîma bîranînê li Helebê nêzî kolana ku Gulê Selmo lê şehîd bûye, hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mewlîde Silêman axivî û got:

Şehîd Gulê nimûneyeke fedakariyê ye.

Gelê Kurd û bi taybet jinên Kurd rastî gelek hewldanên qirkirin û înkarê hatine.

Lê bi saya şehîdên mîna Gulê Selmo, pîvanên li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatin parastin.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.

Şehîd Gulê Selmo dema ku hewl da rojnamevanekî ji guleyên çeteyan biparêze, ji serê xwe birîndar bû û di 13`ê Adara 2012`an de şehîd bû.

Gulê Selmo bû sembola jinên têkoşer a Şoreşa Rojava

Back to top button