Îsraîl bang li welatiyên xwe kir: Ji Tirkiyê derkevin

Piştî êrişa doh a li dijî nexweşxaneya Xezayê, li gelek welatan xwepêşandanên dijberê Îsraîlê pêk hatin.
Li Tirkiyê jî derdorên nêzî desthilata AKP xwestin bi ser sefaretxaneya Îsraîlê de bigrin.
Li hemberî vê rewşê, Îsraîlê bang li welatiyên xwe kir da ku di zûtirîn dem de ji Tirkiyê derkevin.

Doh li bajarê Xezayê nexweşxaneya El Ehlî bû armanca êrişekê.

Rayedarên wezareta tendirûstiyê ya Xezayê ragihandin ku ji ber êrişê 500 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Piştî bûyerê, xwepêşandanên li dijî Îsraîlê li gelek welatan pêk hatin.

Li Tirkiyê bi hezaran kes li ber avahiya sefaretxaneyê kom bûn xwestin biserde bigrin.

Îsraîl ev yek weke xeteriya li ser jiyana welatiyên xwe binav kir.

Li hemberî vê rewşê Konseya Ewlekariyê ya Îsraîlê bang li welatiyên xwe kir da ku bi lezgînî ji Tirkiyê derkevin.

Berdevkê sefareta Îsraîlê diyar kir ku wan rewşa alarmê ya xeteriya geştiyariya ji bo Tirkiyê derxistine asta 4’an.

Piştî banga Konseya Ewlekariyê, şîrketên ezmanî yên Îsraîlê ragihandin ku ew ê li balafirgeha Stenbolê amade bin da ku welatiyên xwe ji Tirkiyê derxînin.

Sîsî: Em derxistina bi zorê ya Filistîniyan ji axa wan red dikin

Back to top button