ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA LI AMEDÊ BI STRANA ‘KEVOKA AŞTIYÊ’ DEST PÊ KIR

Ji roja dagirkirina qeyûman û heta roja îro çalakiyên şermezarkirinê bênavbet rojane tên lidarxistin.
Çalakiya rûniştinê ya li Amedê îro di roja 14’emîn de bi strana “Kevoka Aştiyê” dest pê kir.
Li Mêrdînê jî 14 roj in li dijî qeyûman gel li ser piyan e .

 

Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman ku li Amedê hat destpê kir di roja 14’emîn de dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîseyê pêk tê bi erebeyên polîsan hat dorpêçkirin.

Hevşaredarên HDP’yî yên navçeyan, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiya rûniştinê ya di roja 14’emîn de bi strana “Kevoka Aştiyê” û berzkirina siloganan dest pê kir.

XELKÊN MÊRDÎNÊ EV 14 ROJ IN LI DIJÎ QEYÛMAN LI SER PIYAN IN

Li Mêrdînê jî çalakî didomin.

Girseya çalakiyê ku rêveber û parlamenterên HDP’ê jî di nav de di roja 14’an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin.

Polîsan dîsa li vir jî bi erebeyên zirxî park dorpêç kir û çalakger xistin çemberê.

Koma HDP’ê di nava polîsan re derbasî qada çalakiyê bûn û çalakiya xwe berdewam kirin.

Li ser navê komê Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryaki li vir daxuyanî da û got:

“Em ê îro ji bo aştiyê li qadan bin. Ji bo em carek din daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman emê bimeşin.

Em li vir in û emê her dem li vir bin. Em li dijî van zextan û vê zilmê serî tu car natewînin.”

Leave a Reply

Back to top button