Fermandariya giştî ya QSD’ê cejna Newrozê pîroz kir

Fermandariya Giştî ya QSD’ê û Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyên cuda cejna Newrozê pîroz kirin.
Fermandariyan gotin:
Ji bo parastina desketiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, divê ji her demê bêtirî tevlî nava hêzên parastinê bibin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê cejna Newrozê li Rêber Apo, malbatên şehîdan, welatparêz û li hemû dostên pîroz kir.

QSD: Berdêla giran, nîşaneya herî rast a heqîqeta Newrozê ye

Fermandariyê got:

“Newroz di wate û cewherê xwe de israra tekoşîn û bi destxistina serkeftinê ye. Ew Agir heta roja îro bi tekoşîna gelê me û şervanên me ve hîn geştir bûye û venamire. Berdêla giran a ji xwînê ku şehîdên me pêşkêş kirine, nîşaneya herî rast a heqîqeta Newrozê ye.”

QSD’ê balkişand li ser êrişên dagirkeriya li herêmê û wiha got:

Me bi hevre bi derfetên herî biçûk îro ewqas destkeftî bi destxistin û em bi israrin van destkeftiyan mezintir bikin û welatê xwe bikin cihê pêşketina nirxên mirovahî û azadiyê. Ji lewra ji herdemê bêhtir pêwîstiya me bi nûjen kirina ruhê Newrozê heye.”

QSD: Desketiyan biparêzin, hêzên parastinê xurtir bikin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bang li hemû welatiyan kir ku ji herdemê bêhtir li destkeftiyên xwe xwedî derkevin û tevlîbûna xwe ya nava hêzên parastinê xurtir bikin.

YPJ: Ev Newroz wê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê 2636’emîn sersala nû ya Medyayî û Newroza gelên Arî bi daxuyaniyekê pîroz kir.

YPJ’ê ev roj di serî de li Rêber Apo pîroz kir û ji bo tejîkirina qadên Newrozê ev bang kir:

Em ji hemû gelên xwe, jinên serhildêr û gelên cîhanê yên azadîxwaz daxwaz dikin ku qadên Newrozê weke kevneşopiya wê ya dîrokî bikin qadên berxwedan û têkoşînê. Her qadê bikin qada Newrozê, her rojê jî bi ruhê serhildêr ê Newrozê li dijî dagikerî û mêtîngeran têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button