Li kantona Cizîrê pîrozbahiyên Newroza 2024’an

Bi boneya Cejna Newrozê li kantona Cizîrê pîrozbahî têne lidarxistin.
Di pîrozbahiyan de hate gotin, divê ev cejin bibe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li bajarê Hesekê Newroz pîroz kir.

Beşdaran eşkere kirin ku Newroz tirsr û zilma li dijî gelên bindest şikenand.

Piştre stran hatin gotin û dîlan hatin gerandin.

Li navçeya Zirganê jî tevî rewşa zehmet şênî li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin.

Li vir hate gotin:

“Cejna Newrozê me ji zilm û bindestiyê rizgar kir.”

Duh êvarî jî Meclisa Civaka Ermenî agirê pêxistin û Newroza gelê Kurd pîroz kirin.

Her wiha li Tirbespiyê jî Meclisa Malbatên Şehîdan şahiyek ji dayikên aştiyê re lidar xist.

Li ser navê meclisê Xerma Elî axivî û got:

“Em Newrozê li Rêberê xwe, şehîdên azadiyê û li tevayî gelê xwe pîroz dikin.

Pişt re dayikan agir pêxist û dîlan gerandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê coşa Newroza 2024’an

Back to top button