YPJ: Ev Newroz wê bibe wesîleya azadiya Rêber Apo

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya cejna Newrozê daxuyaniyek da û Newroz pîroz di serî de li Rêber Apo û hemû gelan pîroz kir.
YPJ’ê got, Ev Newroz bi berxwedaniya gelan re wê bibe wesîleya azadiya Rêber APO, çareseriya pirsgirêka Kurd û derbaskirina qeyran û aloziyên li herêmê.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê 2636’emîn sersala nû ya Medyayî û Newroza gelên Arî bi daxuyaniyekê pîroz kir.

YPJ’ê Newroz di serî de li Rêber Apo pîroz kir û wiha got:

“Gelên Kurdistanî vê rojê roja serxistina azadiyê, dawîkirina dagirkeriyê û destpêka dîrokeke nû ya birûmet dibînin û pîroz dikin.

Her wiha jin jî ji 8’ê Adarê heya Newrozê li qadên berxwedanê pêşengiyê dikin.

Ji Efxanistanê heya Îranê, ji Filistînê heya Cezayîrê bi pêşengiya jinan gel bi ruhê Newrozê li hemberî zordariya serdestan têkoşînê bilind dikin.

Fermandariya YPJ’ê di daxuyaniya xwe de hêvî kir ku ast û qada têkoşînê ji her demekê bilindtir bibe û wiha domand:

“Ev Newroz bi berxwedaniya gelan re bibe wesîleya azadiya Rêber APO, çareseriya pirsgirêka Kurd û derbaskirina qeyran û aloziyên li herêmê.

Dawî li dagirkerî, şer û zordariyê were anîn û jiyanek bi geşî û xweşiya Newrozê were jiyîn.

Em di wê baweriyê de ne ku dê di vê Newrozê de gelê Kurd yekîtiya xwe ya netewî xurt bike.”

Ev jî bibe zemînê bihêzkirina pergala Netewa Demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê bingeha wê hatiye danîn, li her deverê were avakirin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bang li gel kir ku qadên Newrozê tijî bikin û wiha bi dawî kir:

Em ji hemû gelên xwe, jinên serhildêr û gelên cîhanê yên azadîxwaz daxwaz dikin ku qadên Newrozê weke kevneşopiya wê ya dîrokî bikin qadên berxwedan û têkoşînê.

Her qadê bikin qada Newrozê, her rojê jî bi ruhê serhildêr ê Newrozê li dijî dagikerî û mêtîngeran têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button