Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku Newroza herî mezin û şênber a hemû deman di sala 2024’an de pêk tê û got:”Kî çi dike bila bike, çiqasî êrîş dike bila bike, wê ti kes êdî nikaribe vê îradeya azadiyê ya gelê Kurd bidesekinandin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û mijarên di rojevê de nirxand.
Dûran Kalkan di destpêkê de têkoşîna Rêber Apo bi rêzdarî silav kir û got:
“Li Îmraliyê êşkence, tecrîd dewam dike, yanî rewşeke nû nîne. Sê sal tijî kir, ti agahî jê nîne.
Nîşaneyeke ku vê rewşê biguherîne jî nîne. Têkoşîn heye. Vaya di dema dawî de hewldana doktoran çêbû.
Bêguman dereng ketibe jî girîng bû.Têkoşîna hiqûqî bi rêbazên cuda yên têkoşînê divê bê bikaranîn. ”
Dûran Kalkan: Pêngava azadiyê ya navneteweyî di qonaxa duyemîn de girseyî dibe
Kalkan balkişand ser pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî û got:
“Bi rastî jî pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî di qonaxa duyemîn de girseyî dibe.
Diyar e ku wê bigihêje asteke welê ku ji çalakiyên girseyî yên heta niha hatine lidarxistin hîn mezintir bibe.”
Dûran Kalkan: Hîn di rojên destpêkê de bi milyonan mirov tevlî Newrozê bûn
Duran Kalkan têkildarî pîrozbahiyên Newrozê jî destpêkê Newroz li Rêber Apo, gelê Kurd û hemû gelan, pîroz kir û got:
“Me Newroza îsal bi pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêşwazî kir.
“Li Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, beşek ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li derveyî welat, li qadên cuda yên Ewropayê hîn destpêkê bi milyonan mirov daketin qadan.
Xuya ye ku ber bi roja Newrozê wê bi dehan milyon mirov dakevin qadan.”
Kalkan anî ziman ku ev Newroz bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re dibe yek û got:
“Êdî dikare ev yek bê gotin; kes nikare vê rabûnê bisekinîne. Kes nikare pêşî li vê meşê bigire. Gelê Kurd û bindestan, tevî dostan biryar dane ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Vê yekê li qadên Newrozê nîşan didin û wê teqez bi ser bikevin.”
Dûran Kalkan: ji bo azadiya Rêber Apo di Newrozê de
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan careke din Newroz li her kesî pîroz kir û di dawî de bangeke bi vî rengî kir:
“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev çalakiyên Newrozê divê di asta herî bilind de bêne lidarxistin.
Bi taybetî bang li gelê Bakur dikim ku li Amedê bibin yek; bang li gelê me yê li Ewropayê dikim ku Newroza li Almanyayê bikin Newroza herî mezin.
Bang li gelê me yê li Rojava û Başûr dikim ku jin, zarok, extiyar, ciwan, mêr her kes qadên Newrozê dagirin, helwest û îradeya xwe nîşan bidin.”



