Li Duhokê ji ber lehiyê 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da

Doh li Dihokê ji ber barana zêde lehî rabû. Û ji ber lehiyê 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Parastina Sivîl ya Duhokê ragihand, ji ber lehiyê doh kesekê din jî jiyana xwe ji dest da.

Biwêr Ebdulezîz got; “Li taxa Reza ya parêzgehê welatiyekî din ê 15 salî ji ber ketina elektrîkê jiyana xwe ji dest da.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku doh li parêzgeha Duhokê ji ber barana zêde û lehiyê 3 kes mirin.

Biwêr Ebdulezîz diyar kir ku zêdetirî 150 xanî û 50 otomobîlan ziyan dîtin, 120 kes hatin rizgarkirin û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Doh sibehê pêleke barîna baranê parêzgehên Herêma Kurdistanê bi xwe girt, rê û pir hilweşiyan û li gelek deveran trafîk qut bû.

Back to top button