Erebên Şengalê: Me bi paradîgmaya Rêber Apo Newroz nas kir

Li gundewarên Şengalê ji bo gelê Ereb cara yekem li ser wateya Newrozê semîner hat dayîn.Beşdarên semînerê gotin: “Bi paradîgmaya Rêber Apo re me Newroz nas kir.
Em bi hêvîne ku ev Newroz bibe Newroza azadiya Rêber Apo.”

Hevserokê Meclisa Gundewarên Ereban Ebû Segir Cejna Newrozê li hemê gelan prîoz kir û wiha axivî:

“Armanaca kom bûna me ew e ku em wateya Newrozê bi gelê xwe bibin nas kirin.

Fikra rêberertiya me hişt ku em gelê heremê bi hev re vê cejnê pîroz bikin.”

Jina ciwan a bi navê Merwa Fadil ev tişt anî ziman:

“Beriya ku em fêrî fikirê Rêber Apo bibin me qet nizanî Newroz çi ye û tê çi wate yê.

Lê îro em dizanin ku Newroz ne tenê ya gelê Kurd e, ya hemû gelan e.”

Endamê Însiyatîfa Ciwanên Ereb Ezîz Hesaw ajî ev tişt anî ziman:

“Em bi hêvîne ku Newroza îsal bibe Newroza azadiya Rêber Apo.”

Jina bi navê Nofa Şerabî Cejna Newrozê li tevahiya gelan pîroz kir û wiha axivî:

“Bi fikrê Rêber Apo em fer bun ku Newroz roja pêkvejiyanê ye û roja wekheviyê ye.”

Ji beşdaran Mera Fadil diyar kir ku ew dixwaze rojek beriya din bibe Newroz û agirê Newrozê dade.

Piştî semînerê welatiyên Ereb derketin derve û agirê Newrozê hat pêxistin.

Back to top button