Li Qamişloyê semînerek li ser çareserî û astengiyên pêşberî hevpeymana civakî hat dayîn

Bi sernavê Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çareserî û astengîˊ HRRKˊê li navenda xwe ya Qamişloyê bi beşdariya bi dehan kesayetên rewşenbîr, wêjevan û hunervean semînerek da.

Der barê helwestên fermî yên navneteweyî û herêmî ji Hevpeymana Civakî de Dîbo agahî da û got:

“Hevpeymana Civakî bi tevahî aliyên navneteweyî û herêmêî re; muxalefeta Sûriyê, Amerîka, dewletên Koalîsyona Navnetweyî, Rûsya û Komkara Ereban re hat parvekirin. Lê tu helwesteke fermî ne bi redkirin ne jî bi qebûlkirinê nehatiye dayîn.

Şam jî di nav de. Lê tevahî şahid in ku ev hevpeyman ji bo krîzê çareserî ye.”

Li ser plana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî de, Dîbo wiha domand:

“Ji erêkirina li ser hevpeymanê ve gavên girîng tên pêkanîn; ji wan avakirina Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî, avakirina Komîseriya Bilind a Hilbijartinan.

Herî kêm heta 10 rojan dê qanûna hilbijartinan, dabeşiyên rêveberiyê ji bo pêkanîna hilbijartinên şaredariyên di dawiya Nîsanê de jî bi dawî bin.”

Back to top button