Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê bi boneya Newrozê li navenda Şengalê meşek lidarxistin.
Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê jî Elî Bilehî têkildarî girîngî û wateya Newrozê axivî.
Her wiha çalakvanên Başûrê Kurdistanê, bang li her kesî kirin ku berê xwe bidin Qendîlê û cejna Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin.
Sibe 21’ê Adarê roja cejna netewî ye.
Bi vê boneyê xelkên li Başûrê Kurdistanê di nava çalakiyên cûr be cûr de ne û vê rojê bi coş pîrozdikin.
Şevê din ciwanên Êzidî bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê, agirê destpêkê yê Newroza 2024’an vêxistin.
Ciwanan bi boneya Newrozê ji navenda bajarê Şengalê heta ber Meclîsa Gel meşiyan û li wir daxuyanî dan.
“Em ê bi rihê kawayên hemdem agirê newrozê geş bikin”
Berdevka Ciwanan Sara Botan li ser navê ciwanan Newrozê li Rêber Apo, li gerîlayên Azadiyê, li civaka Êzidî pîroz kir û got:
“Newroza îsal ji bo me ji ya salên din cûda ye.
Ev sal ji bo me di navberxwedanê de derbasbû, em ê newroza îsal bikin newroza serkeftinê.
Em ê bi rihê Kawayên Hemdem û gerîlayên azadiyê berxwedana xwe mezin bikin û agirê Newrozê geş bikin. ”
“Divê Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêbertî û şikandina dagirkeriyê”
Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûr Elî Bilehî jî, têkildarî wateya Newrozê û armanca Kurdan a ji Newroza îsal axivî.
Elî Bilehî balkişand li ser dîroka Newrozê û wateya wê ya ji bo gelê Kurd û got:
“Bê gûman cejna Newrozê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn cejnekî Kurdewariye.
Agirê Newrozê ji Kurdan re agirê serhildanê ye.
Divê Newroz û hemû destkeftiyên gelê Kurd yên ku di dîrokê de dayîn jiyankirin bigihin wateya xwe.”
Elî Bilehî diyar kir ku ew ê Newroza îsal bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêbertî û şikandina tecrîd û dagirkeriyê.
Çalakvanên siyasî: Cejna berxwedan û azadiyê li Qendîlê pîroz bikin
Her wiha çalakvanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, bang li her kesî kirin ku berê xwe bidin Qendîlê û cejna Newrozê bi coşek mezin pîroz bikin.
Endamê Komîteya Azadî ji Rêber Apo re ya Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mihemed jî balkêşa ser girîngî û wateya Newrozê.
Îbrahîm Mihemed anî ziman ku divê cejna Newrozê ji dijmin re bibe bersiv.