Li Bakurê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajarên Bakurê kurdistanê hatin şermezarkirin.
Li Riha, Merdîn, Wan, Mûş, Sert û Şirnexê gelê Bakur ruxmê astengiya polîsan jî daxuyanî dan û gotin “Rojava nebiteniyê”

Li gelek bajarê Bakurê Kurdistanê êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin.

Li gelek bajaran polîsan xwest gel asteng bike lê gel bi israr daxuyanî yê xwe dan.

Li Rihayê, li pêşiya avahiya (DEM Partî) daxuyanî hat dayîn.

Polîsan xwestin girseyê asteng bikin. Amirekî polîsan got;

“Ez dewlet im û destûrê nadim. Hûn nikarin mafê xwe yê demokratîk li vir bi kar bînin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî û (DBP) jî li Mêrdînê daxuyanî dan.

Polîsên dewleta dagirker hewildan daxuyaniyê asteng bikin û gotin:

“Em dewletin em nahêlin hûn daxuyanî bidin”

Girseya gel jî bi durşma Bijî berxwedana Rojava” bersiv dan astengiya polîsan.

Li Wanê jî bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad – TJA’yê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî hate dayîn.

Beşdarvanên çalakiyê dii daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” berzkirin.

Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezarkir.

Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê jî bi heman armancê xwest li pêşiya avahiya partiyê xwe daxuyaniyeke bide.

Polîsên ku dora avahî dorpêç kirin, gotin ku dê destûr nedin.

Çalakvanan dirûşmên “Gelê Rojava bi tenê nîne” û “Zextên we nikarin me têk bibin” berz kirin.

Êrişên dewleta tirk li navçeya Cizîr a Şirnexê jî hatin şermezarkirin.

Girseyê, di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”,”Zextên we nikarin me têk bibin” berz kirin.

Xelkê Şengalê bi meşekî êrişên li ser Rojava şermezar kirin

Back to top button