Serokdewletê Vîetnamê Vo Van Thuong îstîfa kir

Serokê Vîetnamê Vo Van Thuong salek piştî wezîfeya xwe îstifa kir. Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst ragihand ku wan îstifa qebûl kiriye.

Komîteya Partiya Navendî ya Partiya Komunîst a Vîetnamê ragihand ku îstifaya Vo Van Thuong qebûl kiriye.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Partîya Komunîst ve hat dayîn de hat gotin ku Thuong ‘qanûnên partiyê binpê kiriye’ û ev ‘kêmasî bandoreke neyînî li raya giştî kir û bandor li îtîbara partî, dewlet û şexsê serokê dewletê kir’.

Bi vê biryarê Serokdewletê Vîetnamê Thuong ku di bin desthilatdariya Partiya Komunîst de bû, salek piştî dest bi wezîfeyê kir dest ji kar berda.

Çend roj berê polîsê Viyetnamî ragihand ku wan rêveberek berê yê navçeya Quang Ngai bi îdiaya ‘gendeliyê’ binçav kiriye.

Dema ku ev karbidest li ser kar bû, Thuong di heman demê de serokê partiyê li herêmê bû.

Serokê berê, Nguyen Xuan Phuc, (NUYEN XAN PUÇ) di sala 2023’yan de dest ji kar berda, mehek û nîv piştî ku ji ber kiryarên karbidestên di bin desthilata wî de ji hêla partiya xwe ve bi “binpêkirin û xirabkirina desthilatê” hate tawanbar kirin.

Back to top button