Li bajarê Hesekê firoşkarekî madeyên narkotîkê hat girtin

Asayişê li Hesekê û Minbicê Firoşkar û belavkarên madeyên narkotîkê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Asayişê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê ragihand ku li bajarê Hesekê firoşkarekî madeyên Narkotîkê hate girtin.

Ew firoşkar di 8’ê Adarê de hate girtin û madeyên ku pê re bûn hatin desteserkirin.

Piştî lêpirsînê wî radestî dadgeha giştî kirin.

Her wiha li Kantona Dêrazorê jî li ber Kamyoneke Narkotîkê ku ji herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ber bi gundewarên Kantonê ve diçû girtin ku tê de 79 hezar hebên Captagon hatin desteser kirin û 2 qaçaxçî jî destgîr kirin.

Li kantona Minbicê toreke belavkarên narkotîkê hat girtin

Li Kantona Minbicê jî torek belavkar û bazirganên Madeyên Narkotîkê hatine gritin.

Ew tor ji 23 kesan pêk tê û madeye û amûrên ku bi wan re jî hatin desteserkirin.

Her wiha piştî lêpirsînê kesên hatine girtin tevî tiştên ku bi wan re veguhestine dadgehê.

Zêdetirî 70 hezar hebên hişbirê ji herêmên Şamê dihatin, hatin girtin

Back to top button