Îsraîlê tugayek li sînorê Lubnan û Sûriyê ava kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li Girên Golanê, li ser sînorê Sûriye û Lubnanê li gor hewcedariyên xwe yên operasyonê tugayeke nû ava kiriye.

Li gorî daxuyaniya berdevkê artêşê, lîwaya nû ya bi navê “HaHarim” ji ber “pêdiviyên operasyonê” hatiye avakirin.

Hat diyarkirin ku lîwaya nû ya ku dê di nav çend hefteyan de dest bi xebatên xwe bike, dê li Çiyayê Er-Rûs ê li ser sînorê Lubnanê û Çiyayê Hermon yê li ser sînorê Sûriyê “li gorî şert û mercên eraziyê” xizmetê bike.

Li Lubnanê ji 8’ê Cotmeha 2023’yan ve li ser sînorê di navbera artêşa Îsraîlê û Tevgera Hizbullahê de şer û pevçûn diqewimin.

Di şerê navbera artêşa Îsraîlê û Hîzbullahê de heta niha 242 endamên Hizbullahê, 49 sivîlên Libnanî, 11 Tevgera Amal, 12 Hemas, 12 endamên Cîhada Îslamî, 6 sivîlên Îsraîlê û 11 leşker mirine.

Rayedarên Îsraîlî vê dawîyê gefa berfirehkirina êrîşên li ser Lubnanê xwaribûn, eger Hizbullah ji sînorên başûrê wî welatî venekişin.

Back to top button