Li Minbicê teqîn: Welatiyek şehîd û 11 jî birîndar bûn

Li Minbicê teqînek bihêz pêk hat.
Welatiyek şehîd û 11 jî birîndar bûn.
Asayîşê dest bi lêkolînê kir.

Di seatên piştînîvro de li Minbicê teqînek bihêz pêk hat.

Nûçegihanên me ragihandin ku di teqîna li taxa El Serb de, erebeyek hatiye teqandin.

Di encamê de 12 kes birîndar bûn.

Piştî çend kêliyan hate eşkerekirin ku welatiyek şehîd bûye û 11 jî birîndar in.

Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hêzên Asayîşê yekser berê xwe dan cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.

Heta niha jî kesê berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.

Tê çavrêkirin ku di nava demên pêş de, li ser bûyerê ji aliyên peywendîdar daxuyanî bê dayîn.

Back to top button