Şerê li Xezayê 170 roj li pey xwe hişt

Li Xezayê 170 roje şer bi giranî dewam dike. Di şer û êrişan de 84 kesên din hatin kuştin.
Îsraîlê ragihand wan pêşniyaza çareseriyê ya Amerîkayê qebûl kiriye û ew li benda bersiva Hemasê ne.
Sekreterê Giştî yê NY jî, li deriyê sînor yê Refahê banga pêkanîna agirbestê kir.

Şerê li Xezayê 170 roj li pey xwe hişt. Rojane li bajêr şer û êrişên giran diqewimin û hejmara kuştî û birîndaran her diçe zêde dibe.

Hat ragihandin di bombebarana hêzên Îsraîlê ya li dijî avahiyeke li herêma Deyr Beleh a Xezayê de hejmareke zêde kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Hemas: Di êrişên Îsraîlê de li Xezayê 84 kesên din hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê jî bîlançoya şer ya 24 seetên dawî eşkere kir.

Wezaretê ragihand li Xezayê ji ber êrişên hêzên Îsraîlê 84 kesên din hatin kuştin, 106 kes jî birîndar bûn.

Li gorî wezaretê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara kesên li Xezayê mirin derket 32 hezar 226’an, ya birîndaran jî bû 74 hezar 518.

Îsraîl: Me pêşniyara çareseriyê ya Amerîkayê qebûl kir

Tevî şer û êrişên dijwar ên li Xezayê niqaşên derbarê pêkanîna agirbestê de jî didomin.

Rayedarekî Îsraîlê ragihand ku wan pêşniyaza Amerîkayê ya derbarê çareseriyê de qebûl kiriye û ew li benda bersiva Hemasê ne.

Li gorî pêşniyara ku Amerîkayê kiriye, wê agirbesteke demkî pêk were, Hemas û Îsraîl dîl girtiyên di destên xwe de berdin.

Guterres li deriyê Refahê banga agirbestê kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî Antonio Guterres jî duh li Deriyê Sînor yê Refahê yê di navbera Misir û Xezayê de civîna çapemeniyê lidarxist.

Guterres bal kişande li ser rewşa Xezayê ya ji ber şer û got:

“Gelê Xezayê di nava rewşeke xeternak de dijîn. Mal hilweşiyan, nifş û malbat bi temamî hatin tunekirin û mirov di nava pencên birçîbûn û xelayê de man.”

Guterres ragihand berfirehkirina êrişan wê rewşa sivîlan, gel û dîl-girtiyên Îsraîlî xirabtir bike û banga pêkanîna agirbestê kir.

Şerê Îsraîl û Hemasê: 168 roj

Back to top button