Meclisa Hecînê li Baxozê êrişeke çeteyên Dîfa El-Wetenî têk bir

Li bajaroka Baxozê, Meclisa Leşkerî ya Hecînê ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk êrişek çteyên Hikûmeta Şamê bi bin xist û hejmareke çete hat kuştin.

Navenda ragihandinê ya QSD’ê eşkere kir ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê ya girêdayî QSD’ê li bajaroka Baxozê ya Dêra Zorê bersiv da êrişeke çeteyên Dîfa El-Wetenî.

“Hejmareke çete hat kuştin, 2 cenaze di destê QSD’ê ne”

QSD’ê da zanîn ku di bersivê de, şer di navbera Meclisa Hecînê û çeteyan de rû da.

Di encamê de, hejmareke çete hat kuştin û cenazeyên 2 çeteyan di destê hêzên wan de ye.

Her wekî qaseyeke çek jî hat desteserkirin.

Back to top button