“Êrişên dewleta Tirk bi destê Sîxûrên navxweyî pêktên”

Mamoste û nivîskarên Başûrê Kurdistanê derbarê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûr û bêdengiya Iraqê gotin:”Sîxur agahiyan didin dagirkeran û êriş pêktên, ji ber ku hêzên dagirker weke din nikarin bigihin armancên xwe.
Dijminê me diyare, divê em Kurd hev bigirin û van êrişan rawestînin.”

Êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ku têde xelkê sivîl dike armanc, bê navber dewam dikin.

Bêdengiya Iraq û PDK’ê ya dijî êrişan jî dewam dike.

Nivîskar û mamostayên Başûrê Kurdistanê derbarê mijarê de axivîn.

Mamamosta Aram Hewramî destpêka axaftina xwe de êriş û kiryarên dagirkeriyê şermezarkir.

Mamosta Aram Hewramî: Divê Iraq li dijî van êrîşan xwedî helwest be

Mamosta Aram diyar kir ku êrişên li ser herêmê pêktên, bi destê sîxurên navxweyî pêktên, ji ber ku dagirkerên Kurdistanê bi xwe nikarin bi vî awayî bigihin hedefa xwe û wiha got:

“Iraq li hemberî dagirkeriya Tirkiye û welatên din ya li ser Iraqê bêdenge, pêwîste dijî van êrişan xwedî helwest be.”

Mamosta Aram Hewramî bang li hemû hizbên Kurdistanê kir ku bi hevre li dijî êrîşan xawedî helwest be.

Nivîskar Aram Bamokî jî li ser heman mijarê destnîşankir ku welatên dagirker bi hemû awayî sînorên Başûrê Kurdistanê derbaskirine, li gorî vê jî Iraq serweriya yasayî û destûrî ya xwe ji dest daye.

Nivîskar Aram Bamokî: Divê hemû Kurd bi hevre xaka xwe biparêzin

Nivîskar Aram da zanîn ku Iraq niha di warê siyasî û civakî de weke dewlet nemaye, nikare parastina xak û welatiyan bike û got:

“Em dibînin welatên dagirker ji ber bêdengiya Iraqê, serdestiya xwe anîne nav Herêma Kurdistanê.

Divê em ji bo rawestandina êrişên ser xaka xwe, hemû hewldanan bikin.”

Di dawiyê de nivîskar Aram Bamokî anî ziman ku divê Kurd beriya hertiştî, rumeta xwe biparêzin ji bo ku ji vê dagirkeriyê rizgar bibin.

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê doz li hikumeta Başûrê Kurdistanê vekir

Back to top button