QSD’ê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir

QSD’ê nasnameyên 2 şervanên xwe ku di 2 bûyerên cuda de li rojhilatê Dêrazorê şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya her dû şehîdan eşkere kir.

Navendê derbarê şehîdbûna herdû şehîdan de ev agahî parve kir:

“Şervanê me Ukaş Ebû Hemam (Elî Kamil El Elî) ji hêla kesên nenas ve li Dêrazorê hate armancgirtin û şehîd bû.

Her wiha endamê Hêzên Komandos Zagros (Mistefa Ehmed Yûsiv) di qezayeke şaş a çekê de şehîd bû.”

QSD’ê sersaxî ji malbata herdû şehîdan re xwest û soza şopandina wan dûbare kir.

Li gor daxwiyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Ukaş Ebû Hemam
Nav û paşnav: Elî Kamil El Elî
Navê dayikê: Malîke
Navê bav: Kamil
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Ebû Hemam/2001
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Xeranîc-21ˊê Adara 2024ˊan.

Navê tevgerî: Zagros
Nav û paşnav: Mistefa Ehmed Yûsiv
Navê dayikê: Ayşe
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/1997
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Sor-18ˊê Adara 2024ˊan.

Back to top button