Hesan Qutib: Bi erêkirina Amerîka Tirkiyê êrişî Sûriye û Iraqê dike

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê Gerînendeyê Navenda Lubnanê ya Lêkolîn û Şêwiran Hesan Qutib axivî.
Hesan Qutib diyar kir ku êrişên dewleta Tirk bi erêkirina Amerîkayê ya veşartî ye û got:Rûsya jî ji dagirkirina Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve sûdwar e.

Dewleta Tirk heta roja îro sûcên xwe li dijî Rojava û Başûrê kurdistanê dewam dike.

Bi van sûcê xwe qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike.

Li Başûrê Kurdistanê Êrişên dewleta Tirk li ser jiyana welatiyan xeterî ye û dibe sedema koçberiya bi hezaran welatiyan.

Li Rojava jî dewleta Tirk ji hebûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse.

Lewma pilaneke nû datîne û dixwaze êrişî Rojava û Başûrê Kurdistanê bike.

Gerînendeyê Navenda Lêkolîn û Şêwiran Hesan Qutib derbarê vê mijarê de nirxandin kir.

Hesan Qutib anî ziman ku Dewleta Tirk hewl dide yekitiya herêmên Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aliyên din ên Kurdistanê çênebe û got:

“Hikumeta Şamê çav ji dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji aliyê dewleta Tirk ve, digire.

Destwerdana Tirkiyê li bakurê Sûriyê û Iraqê der barê êrişên li dijî hebûna Kurdan de bi erêkirina Amerayî ya ne eşkere ye.

Rûsya ji vê dagirkeriyê sûdê werdigire, da ku hin hevsengiyan bi Îranê re di aliyê siyasî de bi rêya milîsên wê li Iraq, Sûriye û Lubnanê çêke.”

“Divê civaka navneteweyî Tirkiyê nîşane bide ku qanûnên navneteweyî binpê dike”

Qutib diyar kir ku dewleta Tirk dibîne dagirkeriya wê ya berdewam firehkirina zindîkirina neteweya Tirk e û got:

“Rejîma Tirkiyê bi belavkirina ruhê tirkî Kurdan teşwîqî dijminatiyê dike.

Ew rêzê ji çand, şaristanî û rola Kurdan re heta ji mafên wan ên rewa jî re nagire.

Divê civaka navneteweyî dewleta Tirk a dagirker şermezar bike .

Lazime jêre eşkere bike ku qanûnên navneteweyî û serweriya dewletan binpê dike û zextê lê bike ku bêyî şert û mercan vekişe.”

Back to top button