Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi boneya salvegera rizgarkirina Baxozê daxuyaniyek da.MSD’ê diyar kir ku bi saya QSD’ê û pêkhateyên herêmê Baxoz ji destê hovan hat rizgarkirin.Her wiha MSD’ê bang li civaka navneteweyî kir ku bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî rabin.
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 5’an a rizgarkirina bajarokê Baxozê daxuyaniyek da.
Meclisê ev roj li QSD’ê û tevahî gelê vê herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku Baxoz bi saya QSD’ê û pêkhateyên herêmê rizgar bû û got:
MSD: DAIŞ Li herêmê gefeke mezin e
5 sal li ser rizgarkirina Baxozê re derbas bû , ruxmî têkbirina çeteyan li ser erdê jî lê hîna DAIŞ’ê li ser herêmê gefe.
Li herêmên me, şaneyên veşartî êrişan pêk tînin, tirsê û gendeliyê belav dike.
Tiştê li Moskovê rû daye nîşaneya dewama xeteriya çeteyên DAIŞ’ê ye.
Ger çareseriyek çênebe wê ew pisgirêk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî berdewam bike.”
MSD: Ji bo DAIŞ’ê divê dadgehên navneteweyî bên avakirin
MSD’ê di berdewamiya daxuiyaniya xwe de dazanîn ku divê tevahî dewlet bi berpirsyartiya xwe rabin û got:
“Tişta niha pêwîst divê tevahî dewlet berpirsiyariyên xwe li hember hemwelatiyên xwe li kampan rabin û vegerînin.
Divê civaka navneteweyî destekê bide Rêveberiya Xweser. Pêwîste dadgehên navnetwî werin avakirin .
Her wekî ji bo projeyên rêxistinên terorîst ên dagirkirinê bi ser nekevin divê zext li dewletan bê kirin .
Ev yek jî bi çareseriyeke giştî bo krîza Sûriyê û pêkanîna biryara 2254ˊan pêkan e. Her wiha divê dagirkerî bê bidawîkirin.