Hesen Ebû Heniyê: Aloziyên herêmî dihêlin çeteyên DAIŞ’ê sazûmaniya xwe biparêze

Pisporên têkildarî dozên terorê diyar kirin ku dewama mayîna çeteyên DAIŞ’ê nebûna stratejiyeke eşkere ya têkbirinê wê ye û gotin:”Civata navneteweyî bi rola xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ranebû.Êdî çeteyên DAIŞ’ê bandorê li ewlehiya cîhanê dikin.Divê civata navneteweyî ji bo bidawîkrina xeteriya çeteyên DAIŞ’ê stratejiyekê deyne.”

5 sal di ser ragihandina Hêzên QSD’ê ya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê re di aliyê erdnîgarî ve derbas bûn.

Lê tevahî dîmen diyar dikin ku sûc û tevgerên wê berdewam in.

Hêmanên ku hiştin çeteyên DAIŞ’ê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalak bin, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmê ne.

Çeteyên DAIŞ’ê li gelek herêmên Sûriyê, Iraqê û bajarên cîhanê êrişên dijwar pêk anîn.

Pisporê dozên terorê Hesen Ebû Heniyê li ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û rêbaza bikaranîna krîza Sûriyê û aloziya navneteweyî ku serweriya xwe berfireh bikin axivî.

Hesen Ebû Heniyê diyar kir ku aloziyên herêmî dihêlin çeteyên DAIŞ’ê sazûmaniya xwe biparêze û xwe zêde bike û got:

“Raporên navneteweyî û Amerîkayê destnîşan dikin ku çeteyên DAIŞ’ê bi rewşa nû re hevseng e û weke rêxistineke nenavendî vegeriye karê xwe.

Tu taktîkên têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê tune, lê belê serçeteyên wê tên armackirin.

Armanca koalîsyona navneteweyî xelasiya ji serweriya wê ya erdnîgarî bû.

Sedema mayîna çeteyên DAIŞ’ê jî nebûna stratejiyeke eşkere ya têkbirinê wê ye.”

Munîr Edîb: Civata navneteweyî bi rola xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ranebû

Lêkolînerê kar û barên tevgerên tundraw û terora navneteweyî Munîr Edîb jî derbarê heman mijarê de axivî û got:

“Civata navneteweyî bi rola xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ranebû.

Êdî çeteyên DAIŞ’ê bandorê li ewlehiya cîhanê dikin.

Ez bang li civata navneteweyî dikim ku ji bo bidawîkrina xeteriya çeteyên DAIŞ’ê stratejiyekê deyne û beriya ku were danîn, divê diyalog li ser bendên wê were kirin da ku lihevkirin di nava tevahî dewletan de hebe.

Pêwîst e pênaseyeke eşkere ya terorê ji hêla civata navneteweyî ve bê danîn

Ger pênaseyeke gişt hat danîn, dê bi xwe re van rêxistinan bi dawî bikin.”

Back to top button