Li dijî planên dagirkeriyê Partiyên Kurdistanî lezgîn civiyan

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ku di bin sîwana KNK’ê de xwe rêxistin kirine ji bo bal kişandina li ser planên dagirkeriya Tirk civînek lezgîn lidarxist.Di civînê de bang li hemû partî, rêxistin, sazî û dînamîkên Kurdistanî hat kirin ku rihê Newrozê kom bibin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ku di bin sîwana KNK’ê de xwe rêxistin kirine ji bo bal kişandina li ser planên dagirkeriya tirk doh LI Brukselê civînek lezgîn lidarxist.

Piştî nîqaşên berfireh Komîteyê bi daxuyaniyekî encamên civîna xwe eşkerekirin.

“Armanca dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên kurdan e”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber rewşa awarte ev civîn hat lidarxistin û ev tişt hat gortin:

“Dewleta Tirk, li başûr û rojavaya Kurdistanê xwe ji dagirkeriyeke nû re amade dike.

Armanca dewleta Tirk ew e ku hemî destkeftiyên Kurdan têk bibe.”

“Dewleta Tirk dixwaze Iraq bike hevkarê planên xwe”

hat destnîşan kirin ku dewleta Tirk dixwaze dewleta Iraqê jî tevlî planên xwe bike û wiha dewam kir:

“Her meh yan serdana Îraq û herêma Kurdistanê dikin yan jî şandên Îraqê dişînin Enqerê. Ji serdan û hevdîtînên li gel Iraqê û hukumeta Herêma Kurdistanê, armanca dewleta Tirk ewe ku Iraq û hukumeta Herêma Kurdistanê bike şîrîkê sıyaseta xwe ya qirêj.”

Her wiha encam û bangên li dijî vê yekê wiha ne:

“Divê bi rihê Newrozê em li hember dagirkeriyê bisekinin”

Partî û rêxistinên Kurdistanê yên di bin sîwana KNK’ê de ji hemû aliyan xwest ku li hemberî planên dagirkeriyê derkevin û dawiyê ev bang hate kirin:

“Em bang li hemî partî, rêxistin, saziyên Kurdistanî dikin ku bi rihê Newrozê kom bibin, yekîtiya neteweyî xurt bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin. Em bang li hukumeta Iraqê dikin ku li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk yên li Iraqê derkevin.”

KNK: Tirkiye dixwaze Iraq bikeve nava şereke nû

Back to top button