QSD’ê li Hesekê şaneyeke DAIŞ’ê bêbandor kir

QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî duh li gundê Xirbet Camûs ê Hesekê şaneyeke DAIŞê bê bandor kir, 2 çete hatin kuştin û 2 jî hatin girtin.

Navenda ragîhandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand “Yekîneyên Antî Teror ên QSD`ê êvara çarşemê şaneyeke metirsîdar a çeteyên DAIŞ`ê li gundê Xirbe Camûs a rojhilatê Hesekê bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navdewletî bê bandor kir.”

QSD: 2 çete hatin kuştin û 2 bi saxî hatine girtin

QSD’ê destnîşan kir “Di encama çalakiyê de di navbera şervanên QSD`ê û çeteyan de şer derket û şervanekî QSD`ê şehîd bû. Hêzên Koalîsyonê jî 2 fûza li cihê çeteyan da, 2 çete hatin kuştin û jî hatin girtin.”

QSD’ê destnîşan kir ku li cihê çeteyan cenazeyê zarokekî ku bi guleyan hatibû kuştin, hate dîtin û derbarê wê de lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Back to top button