Şêx Elî El-Hesen: Vekirina goran li gor Îslamê heram e

Bermaber vekirina Tirkiyê bo gorên şehîdên li Efrînê, roj bi roj bertek û nerazîbûn zêde dibin. Şêx Elî El-Hesen got ku di Îslamê de hatiye heramkirin û divê sûcdar werin cezakirin. Şêniyên herêma Raperînê ya Başûrê Kudistanê jî, kirina navbirî ya dagîrkeriyê, bi tundî şermezar kir.

Endamê Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê rêveber ê Saziya Kombûna Olan a Helebê Şêx Elî El-Hesen der barê vekirina Tirkiyê bo gorên şehîdan li Efrînê, ji ajansa Anhayê re axivî.

Şêx Elî El-Hesen anî ziman ku vekirina goran di Îslamê de hatiye heramkirin û nabe ti gor, ji cihê xwe were veguhastin jî…

“Îro li Efrînê kirêttirîn sûc der heqê mirovahiyê de tê kirin. Tirkiye angaşt dike ku ev goreke komî ye, ev gotin; ji rastiyê dûr e. Ev şehîd in. Berevaniya xak, rûmet û şerefa xwe kirine. Lê belê ya metirsîdartir, ew e ku Tirkiye bi navê Îslamê diaxive. Îslam jî, vekirina goran heram kiriye. Bi çi mafî faşîzma Tirk goran vedike. Ev yek ti carî di dîrokê de nehatine dîtin. Me tenê li gel Tirkiyeya dagirker dît. Îslam ji van kesan bêrî ye û divê sûcdar werin cezakirin”.

Di çarçoveyê de, şêniyên herêma Raperînê ya Başûrê Kurdistanê jî der barê vekirina gorên şehîdan de ji ajansa Roj NEWS’ê re axivîn.

Çalakvanê sivîl Silêman Wertî da xuyakirin ku dagirkeriya Tirkî hemû sînorên nirx, sinc û mirovatiyê derbas kiriye û armanca wê ew e tenê Kurdan qir bike.

Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Elî jî, diyar kir ku kirinên wiha yên hikûmeta AKP-MHP’ê, kirinine qirêj û dermirovî ne.

Back to top button