Li Reqayê Rêxistin û tevgerên jinan qanûna malbatê nîqaş kirin

Li Reqayê Rêxistin û tevgerên jinan di atoleyekê qanûna malbatê nîqaş kirin. Di nîqaşan de jinan gotin, Pratîkkirina qanûna malbatê ji bo misogeriya mafên jinan û zarokan û pêkanîna edaleta civakî girîng e.

Rêxistin û tevgerên jinan ên Reqayê di bin dirûşmeya “Ber bi avakirina jiyaneke koolektîf a azad û civakeke hevgirtî ve” atolyayek li zanîngeha Îtîhad a başûrê bajêr li darxistin.

Endamên saziyên sivîl, rêxistin û tevgerên jinan, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Jinan tê de qanûna malbatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin.

Endama Dîwana Edaleta Civakî Fatme El Mûsa der barê qanûna malbatê de got:

Ji bo parastina têkiliyan di nava malbatê de pêwîstî hebû ku qanûnek bê sazkirin.

Divê ev qanûn jî li gor nirx û bingehên jinan û mafên wan bê sazkirin.

Fatme El Mûsa da zanîn ku beşa yekê ya qanûna malbatê ji 39 madeyan pêk tê û wiha got:

Beşa yekê ya qanûna malbatê zewicandina zarokan, sûcên li dijî malbatê, zewaca berdêlî, zewaca bi zorê û xiyaneta malbatî şîrove dikin.

Di atolyayê de beşdaran der barê pratîkkirina qanûnê malbatê de nêrînên xwe parve kirin.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Hîbe Mihemed anî ziman ku pratîk kirina qanûna malbatê ji bo misogeriya mafên jinan û zarokan û pêkanîna edaleta civakî girîng e.

Endama rêxistinên civaka sivîl Rodîn Mihemed jî niqaş kir, bal kişand ser zewicandina zarokan û got:

Di civaka me de diyardeya zewicandina zarokan heye, ji ber wê jî rewşên cûdabûna hevjînan jî zêde bûne.

Jinan ev atole di çarçoveya pêngava tevger û rêxistinên jinan li darxistin.

Pêngav wek amadekarî ji bo pratîkkirina qanûna malbatê hatiye destpêkirin û tê payîn 3 mehan bidome.

Back to top button