8 birîndarên şewata li Musilê jiyana xwe ji dest dan: Hejmara miriyan gihişt 113 kesan

Rêveberiya Tenduristiyê ya Musilê ragihand ku 8 birîndarên şewata bajarokê Hemdaniye, jiyana xwe ji dest dane.

Di 26’ê Îlona 2023’yan de agir bi salonek dawetê ya li bajarokê Hemdaniye ya ser bi Musilê ket.

Rêveberiya Tenduristiyê ya parêzgeha Musilê derbarê hejmara kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek nû weşand.

Li gorî daxuyaniyê hatiye diyar kirin ku 8 birîndarên şewatê jiyana xwe ji dest dane.

Bi vî awayî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 113 kesan.

Herwiha heya niha 41 cenaze jî hîna nehatine tespîtkirin û zêdetirî 82 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 12 kesên birîndar veguhestine dervey welat û wê 8 kesên din jî bişînin.

Wezareta Karên Hindir a Iraqê bîlançoya şewatê ya Mûsilê eşkere kir

Back to top button