Wezareta Karên Hindir a Iraqê bîlançoya şewatê ya Mûsilê eşkere kir

Bîlançoya dawî ya buyera şewatê ya li navçeya hemdaniyê ya Musilê hat eşkere kirin.
Wezareta Karên Hindir a Iraqê eşkere kir ku 107 kesan jiyana xwe ji dest dane 82 kes jî birîndar bûne.
Di civîna Parlementoya Iraqê de jî biryar hate dayîn ku tezmînat ji bo qurbaniyan were dayîn û bûyer were lêkolînkirin.

Di 26’ê Îlonê de agir bi salonek dawetê ya li bajarokê Hemdaniye ya ser bi Musilê ket.

Wezareta Karên Hindir a Iraqê bîlançoya dawî ya bûyera şewatê eşkere kir.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku 107 kesan jiyana xwe ji dest dane û 82 kes jî birîndar bûne.

Her wiha hat gotin sedema derketina şewatê ji ber leyîstina bi guleyên hewayî û ji çar deriyên salonê tenê deriyek hatiye bikaranîn.

Parlementoya Iraqê biryara lêkolînkirina şewata li Musilê da

Duh di civîna parlamentoya Iraqê de bûyera şewatê kete rojevê. Di civînê de biryar hate dayîn ku tezmînat ji bo qurbaniyan were dayîn û bûyer were lêkolînkirin.

Her wiha hate gotin ku biryar hate dayîn ku kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane weke şehîd werin tomarkirin.

Serokomarê Iraqê bi malbatên qûrbaniyên şewatê re civiy

Back to top button