QSD’Ê: BÎLANÇOYA SÊ MEHAN A ŞERÊ LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ’Ê ÊŞKERE KIR

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bîlançoya 3 mehên dawî ya şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê eşkere kir.
Li gorî wê:
Hezar û 306 çete hatine kuştin.
29 hezar û 600 malbatên çeteyan û 5 hezar DAIŞ’î xwe radestî QSD’ê kirin
Her wiha 34 hezar sivîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bîlançoya sê meha ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê 9’ê Çileya 2019’an heta 16’ê Adarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê QSD`ê Kîno Gerbiyêl ve hat xwendin.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di pêvajoya sê mehan de li dijî çeteyên DAIŞ’ê serkeftinên mezin hatine bidestxistin û wiha got;

Di encama operasyonên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de, çete di erdnîgariyek biçûk de li bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê de asê man.

Piştî ku QSD’ê bi hezaran sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê wek mertalên zindî bi kar dianîn, ji bajaroka Baxoz derxistin, çete ketin dorpêçê.

Li gorî daxuyaniyê bîlançoya 3 mehan wiha ye;

29 hezar û 600 malbatên çeteyên DAIŞ’ê xwe radest kirin

5 hezar çeteyên DAIŞ’ê xwe radest kirin

520 çete di encama operasyonên hêzên taybet de hatin girtin.

34 hezar sivîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Hezar û 306 çete hatine kuştin, gelek çete jî birîndar bûn.

Di şer de 82 şervanên QSD’ê gihan asta şehadetê û 61 şervan jî birîndar bûn.

Hejaye gotine ye ku di pengava dawi ya Bagera cizire de bi dehan jin u zaroken ezidi ji hatin rizgarkirin.

Leave a Reply

Back to top button