ŞERVANÊ QSD’Ê SALIH HAMID LI REQAYÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATE OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Salih Hamid bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Salih Hamid Elmehmûd dema erka xwe ya leşkerî pêk di anî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Reqayê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîdan a li gundê Hikûmiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê QSD’ê, Saziya Malbatên Şehîdan û Meclisa Sivîl a Reqayê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan di nava slogan û tililiyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button